Ku:Main Page

From OpenStreetMap Wiki
Jump to navigation Jump to search

Bi xêr hatî OpenStreetMapê

Ev proje, projeyeke nexşeya Cîhanê ye ku ji aliyê xêrxwazan ve bi çavkaniya vekirî hatiye avakirin. Naverokên OpenStreetMapê jî wekî Wîkîpediyayê (ku ev jê îlham girtiye) ji aliyê bikarhêneran ve tê çêkirin. Ev nexşe, bi şopên GPSê yê ku bikarhêner pêşkêş dikin, wêneyên peykê û daneyên ku ji aliyê rêveberiya xwecihî tê çêkirin. Guhertinên ku têne kirin "rasterast" têne weşandin.

Hemû naverokên OpenStreetMap'ê bi lîsansa "Open Database Licence v1.0" tê parastin. Her çiqas xwediyê beşdariyan bikarhênerên ku afirandinê bin jî, lîsansa "copyleft"ê dike ku ev bi serbestî bên belavkirin.

OpenStreetMap bi temamî "belaş" û "bêreklam" e. Ev proje li Ewropa û DYAyê ji aliyê gelek şirket û rêveberiyên xwecihî ve tê piştgirîkirin.

Ev nexşe aniha nexşeya gelek bajaran dihundirîne û ji gelek welatên cihanê jî bi alîkariya beşdaran mezin dibe.